Ji bo nûçeya Tîrkî / Îngilizî bitikîne
Sererkaniya Tirkiyeyê (TSK) bi daxuyaniyeke ragihand ku 8 hezar û 651 leşker û xebatkarên TSKyê tevli hewldana derbeya 15ê Tîrmehê bûne û 35 balafir, 37 helîkopter, 74 tank, 172 wesayîtên zirxî û 3 keştiyan bikar anîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê di daxuyaniya ku ji hêla Serokatiya Têkiliyên Bi Raya Giştî re ya TSKyê dayî de agahiyên hatine dayîn wiha ne:
*8 hezar û 651 leşker û xebatkarên TSKyê tevli bûn.
* Hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de 35 balafir, 37 helîkopter, 74 tank, 172 wesayîtên zirxî û 3 keştiyan hatine bikaranîn.
* Li ser kesên ku tevli hewldana derbekirinê bûne 3 hezar û 992 çekên sivik hatine bidestxistin.
Li gorî agahiyên ku di rûpela fermî yê TSKyê de cih digrin, hejmara wezîfedarên TSKyê 570 hezar û 111 ye
(BK/YO)