Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Amerîkayê Donald Trump bertek nîşanî biryara Parlamentoya Iraqê ya derxistina eskerên Amerîkayê ji welêt, da û wiha got, "Heger bixwazin ku em ji welêt (Iraq) derkevin û vê yekê bi dostanî nekin, em ê dorpêçên ku heta niha nedîtine bisepînin. Dorpêçên Îranê li ber vê dê sivik bimînin."
Trump di vegera xwe ya ji Floridayê da di balafirgehê da bersiv daye pirsên rojnamegeran.
Trump diyar kiriye ku ew serê ser dijî wê yekê bû ku Amerîka bikeve Iraqê, ketina Iraqê xeletiyeke mezin bû û herwiha ew yek hat selimandin ku peywendiya Iraqê bi êrîşên 11ê Îlonê tuneye.
Trump diyar kiriye ku ligel Iraqê ew hewil didin ku ji herêmê vekişin û wiha dewam kir, "Ez ji Sûriyeyê vekişiyam, lewra ez ê wî sînorî (Tirkiye-Sûriye) neparêzim. Ma çima ez ê wê sînorê biparêzim? Eskerên wan hene bira biparêzin. Ez sînor jixwe di bin dorpêçê da ye. Şerê li ser wî sînorî hezar sal e dewam dike. Em niha ji wê derê ra dibêjin navçeya aram, lêbelê di rastiyê da bereksê navçeya aram li wê derê heye. Li wê derê gelek însan mirin. Ji Tirkiyeyê gelek însan mirin, belkî du carî jê."
Trump bersiv da pirsên li ser vekişîna ji Iraqê û wiha got, "Me li wê derê baregeheke qerase û biha ava kir. Bi milyaran dolar pere lê çû. Gelekî berî min hatibû çêkirin. Heta pereyê ku me lê xerc kiriye paşda nedin, em ê dernekevin."
Serokê Amerîkayê Trump herwiha gef li rêveberiya Iraqê xwar û wiha got, "Heger bixwazin ku em ji welêt (Iraq) derkevin û vê yekê bi dostanî nekin, em ê dorpêçên ku heta niha nedîtine bisepînin. Dorpêçên Îranê li ber vê dê sivik bimînin."
Trump got ku Îran heger bersivê bide kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî, dê Amerîka jî bersiveke gelekî mezin bide vê yekê.
(TP/MB)