Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald John Trump di 14ê Hezîrana 1946ê de li Queensa New Yorkê hatiye dinê.
Ew di Hilbijartina Serokatiya DYAyê ya 2016ê de bû berbijarê Partiya Komarî û hilbijartin ji Hillary Clintonê bir.
Wî li Wharton Instituyê ya ku li Pensilvanyayê ye, beşa Karsaziyê xwendiye.
Dema ku ew xwendekar bûye, wî li şirketa bavê xwe, Fred Trumpî ya avahîsaziyê kar kiriye.
BIXWÎNE:Donald Trump bû serokê Amerîkayê
Wî gelek xanî, xumarxane û meydanên golf-lîstinê ava kirine.
Trumpî herî zêde li New Yorkê kar kiriye. Hin avahiyên nasnameya bajarî diguherin wî çêkirine. Wî bi tenê di sala 1983yê de, 11 avahîyên 45 qetî li New Yorkê ava kirine.
Trumpî li serê hemî avahiyên xwe ‘’The Trump’’ daye nivîsîn û bi vî awayî navdar bûye.
Ne cara yekê ye ku wî xwe li sîyasetê cerribandiye
Trump di Hilbijartina Serokatiya Amerîkayê ya sala 2000ê de, ji bo Partiya Reforman bûbû berbijar.
Wî eşkere kiribû ku ew ê xwe sê caran li berbijarîyê bicerribîne.
Hûnera bazarê
Trump di lîsteya ‘kesên herî dewlemend ên dinyayê’ de ye.
Wî kitêbên bi navê Trump: The Art of the Deal (Hûnera Bazar-kirinê) û Trump: How to Get Rich (Mirov çawa dikare dewlemend bibe?) nivîsîne.
Sirra biserkeftina Trumpî
Li gor Gwenda Blairê ku li ser malbata Trumpan kitêban dinivîse yek ji sirrên Trumpî ew e ku ‘’ew baş dizane bazarê bike. Vê carê wî bazara xwe bi xwe kir û xwe anî ber bazarê.’’(HK/MB)