* Fotograf: Shawn Thew - EPA / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xwepêşandêrên ku kuştina George Floydî protesto dikirin, li bajarê Seattle-ê ya DYAyê avahiyê parlamentoyê û şaredariyê dagirkirine û herêma xweser saz kirine. Li piştî dagirkirinê xwepêşandêran daxwaznameyek jî belav kirine. Her weha Donald Trump, Serokê DYAyê ji bo xwepêşandêran gotiye, “terorîstên navxweyî”
Trumpî ji ber ku xwepêşandêran li derê bajar li ser tabelayê “Herêma Xweser a Seattle-ê” nivîsandiye, hêrs bûye û li ser hesabê xwe yê Twîtterê bang li Jay Insleeyê demokrat, Waliyê Washîngtonê û Jenny Durkan, Serokê Şaredariya Seattle-ê kiriye gotiye: “Bajarên xwe bi şûn ve bigirin. Ger hûn bi şûn ve negirin, ezê bigirim. Ev ne lîstikeke. Divê bilêz ev anarşîstên kirêt bên rawestandin.
Trumpî weha pêde çûye: “Seattle ya ku ji aliyê Demokratên çepgir yên radîkal ve tê bi rêve birin, ketiye bin serweriya terorîstên navxweyî. Qanûn û nîzam!”
Çi bûbû?
Polîsan li Mînneapolîsê bi îdiaya ku hin kes xapandiye George Floydê çermreş ê 46 salî desteser kiribûn. Polîsekî çoga xwe kutabû ser histûyê wî. Floydî gotibû "Bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wî kiribû da ku wî berde.
Welatiyên di wê derê de derbas dibûn bi têlefonan dîmenên bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî weşandibûn. Gelek kesan bertek nîşanî vê bûyere dabûn.
Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê nehatibû ser hemdê xwe û li wir miribû.
Piştî wan dîmenan li DYAyê tundiya polîsan a li dijî çermreş dîsa hatibû rojevê. Xwepêşandan li Mînneapolîsê dest pê kiribûn û li gelek bajaran belav bibûn.
Piştî bûyerê bi hefteyekê, Washingtona paytext û New York jî tê de herî kêm li 40 bajaran derketina derva ya bi şev hatibû qedexekirin.
Li 25 bajaran ji bo ku alîkariya polîsan bikin û xwepêşandanan bi dawî bikin, Yekîneyên Parastina Neteweyî jî dest bi kar kiribûn. (AS/AY/FD)