Donald Trump têkildarî Kanala Panamayê gotibû ku ew ê dîsa daxwaza vegerandina Kanalê ji bo Amerîkayê bikin. Her weha ev gotinên Trump bûn sedema gengeşiyan.
Donald Trumpê ku wek 47emîn Serokê DYAyê hat hilbijartin ji bo Balyozxaneya Panamayê Kevin Marino Cabrera weke namzet nîşan da.
Trump destnîşan kiriye ku 38 hezar welatiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) 110 sal berê di çêkirina Kanala Panamayê de mirin û ew her sal bi milyaran dolar ji bo çakkirina kanalê xerc dikin, tevî vê yekê ji bo Kanalê mafên wan yên axavtinê nîne. Her weha Trump gotiye ku dem hatiye ku vê yekê biguherîne.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, namzetê Balyozxaneyê Kevin Marîno Cabrera ku di ekîba hilbijartinê ya Trump a li Floridayê de jî wezîfedar bûye û wek Komîserê Bajêr ê Miami-Dade wezîfe dikir.
Trump di daxuyaniya xwe ya li ser platforma tora civakî ya bi navê Truth Social de dîsa gotinên xwe yên berê dûbare kiriye û gotiye ku divê Kanada bibe 51emîn eyaleta Amerîkayê û ji bo Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî dîsa gotina "walî" bi kar anî.
Trump, di 22ê Kanûna Pêşiya 2024an de Panama bi wê yekê tawanbar kir ku ji bo bikaranîna Kanala Panamayê pir zêde pere dixwazin û got ku ger kanal bi rêkûpêk neyê rêvebirin, ew ê daxwaz bikin ku Kanal dîsa li DYAyê were vegerandin.
(TY/AY)