Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Donald Trump, Serokê DYAyê dema li Ingiltereyê bûye, bersiva pirsin kanala televizyonê ya Ingilîstanê, ya bi navê ITVyê daye. Trumpî gotiye, ew amade ye bi Hesen Rûhanî, Serokomarê Îranê re kom bibe lê her demê ihtimala şer jî heye.
“Dema ez hatim ser karî, Îran li cîhanê di warê welatên terorîst de di rêza yekem debû û ihtimal e ku îro hîna jî wisa ne”.
Trumpî li ser wê pirsa ku gotiye, ihtimala midaxeleya leşkerî ya li ser Îranê heye yan na, wiha bersiv daye:
“Ma ez dixwazim? Na”
“Ma ez dixwazim? Na. Heke ji min bipirsin, ez naxwazim. Lê her demê ihtimaleke wiha heye”.
Trumpî her gotiye ku ew dixaze bi Rûhaniyî re kom bibe.
Piştî vê daxuyaniyê, Mike Pompeo, Wezîrê Karên Derve yê DYAyê bang li Tehranê kiribû da ku bêyî ti şert û mercan dîne, bi wan re kom bibe. Abbas Mûsewî, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê jî gotibû, ew li bendê ne ku ne di gotinê de lê di liv û tevgera DYAyê de guhertin çêbibe.
Trump, li ser vexwendina Elizabetha 2yem a Ingiltereyê çûbû vî welatî. Li Londonê rastî protestoyan hatibû. (PT/FD)