Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di civîna G 20ê de serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trumpî diyar kiriye ku wî fikrên li ser Sûriyeyê yên serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdoganî guhertine.
Donald Trumpî li bajarê Osakayê yê Japonyayê gotiye:
“Erdoganî xwest kurdan ji nexşeya Sûriyeyê paqij bike, min gotê welê neke.”
Herweha serokê DYAyê eşkere kiriye ku 65 hezar leşkerên dewleta wî li Sûriyeyê hene.
“Kurdan li wê derê li ser mijara DAIŞê alîkariya me kiriye. Me helîfetî ji sedî sed rakir. Ji ber wê yekê jî min telefonî Erdoganî kir û min gotê vê yekê neke. Wî jî nekir.”
Li ser mijara kirîna fûzeyên parastinê yên Rûsyayê, S 400an Trumpî gotiye:
“Erdoganî xwestiye Patriotan bikire, desteya Obamayî jê re gotiye na. Erdoganî dîsa xwestiye û wan dîsa jê re gotiye na. Ji bo parastina xwe ew hewce bûne lê nekarine bikirin. Ew jî rabûne çûne ji Rûsyayê S-400 kirîne ji ber ku desteya Obamayî destûr nedaye wî.”
(AS/MB)