Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê DYAyê Donald Trumpî got, ew di pirsgirêka pirsgirêka navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê de bêalî ne.
Trump li Koşka Spî ji rojnamevanan re axivî û got ku ew ne razî ne ku şer di navbera her du aliyan de hebe.
“Weke ku tê zanîn salên dirêj in têkiliya me û Kurdan gelekî baş bû û di heman demê de em li aliyê Iraqê jî sekinîn. Di eslê di serî de em li wir nebûna. Lê em di vî şerî de bêalî ne.”
Peymana nukleerî ya bi Îranê re
Trumpî derbarê nepesendkirina peymana nukleerî ya bi Îranê de jî destnîşan kir ku dibe peymanê “bi temamî bidawî bikin”. (YY/FD)