Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) dewra çêkirina yasayan bi awayekê fermî dest pê kiriye. Minaqeşeyên li ser çêkirina dîwarê di navbera DYA û Meksîkayê de hebûn, ji roja pêşiyê ve minaqeşeyan dîsa dest pê kiriye.
Serokê DYAyê ji bo çêkirina dîwarê li ser sînorê Meksîka-DYAyê xwestibû hikûmet 5 milyar dolar bûtçeyê cida bike.
Hikûmetê reşbelekeka ji bo Wezareta Parastina Navxweyî amade kiriye. Li gor wê reşbelekê 1.3 milyar dolar ji bo parastina sînoran hatiye cidakirin, 300 milyar dolar jî ji bo saziyên têkildar hatiye cidakirin.
Nancy Pelosî cara duyem bûye seroka meclîsa temsîlkaran. Wê gotiye:
“Em ê dîwaran çênekin. Ti têkiliya vê yekê bi siyasetê re nîne. Têkiliya vê bi dîwarekê re heye ku (çêkirina wê) qet ne ehlaqî ye.”
Donald Trumpî duhî li ser hesabê xwe yê Instagramê wêneyek parve kiriye, wek rêzefîlma Game Of Thronesê ku tê de dibêje “Winter is Comin(Zivistanê tê)” nivîsîye “(dema danîna) dîwarî dê bê.”
Bu gönderiyi Instagram'da gör
(PT/MB)