Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Melayê mizgeftekê yê bi navê Mehmet D. sala 2015ê, îstismara zayendî li E.Sya 12 salî kiribû. Parêzera zarokê dixwaze bersûc bê girtin lê daxwaza wê nehatiye qebûlkirin.
Dema zarok ji bo hînbûna Quranê diçû qursê melayî îstismar lê kiriye. Zarokê du salan ji tirsan û ji ber tehdîdkariyê nekariye tiştên hatî serê wê bibêje.
Dersdarê ferq kiriye
Sala 2017ê dersdara rêber a zarokê pê hesiyaye û giliya melayî kiriye. Parêzerên Komeleya Li Dijî Îstismara Li Zarokan ya Dersdara Saadet dozê dişopînin. Parêzerê Komeleyê Adem Yaprakî ji bianetê re diyar kir ku rûniştina dadkirinê dê 29ê Adarê be.
Wî diyar kir ku wan xwesiye bersûc bê girtin lê gotinên dadgerî ew xistine di fikarê de.
“Ji xwe hûn her heman tiştan dibêjin. Beraetkirina bersûcî nayê wê wateyê ku ew bêsûc e.”
Travmaya duyem
Parêzerî diyar kiriye ku dema dadgehê biryar daye ku mela dê neyê girtin ji ser hişê xwe çûye û ketiye erdê. Yaprakî got:
“Her cara zarok ji bo dadkirinê ji bo dadgehê tê anîn travmayeka nû ji bo zarokê çêdike. Em di pêvajoyên dadkirinê de zererê li zarokan dikin.”
(AO/MB)