Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Federasyona Kişikê ya Navnetewî (FIDE) ya navenda wê li Swîsreyê ye ji bo jinên transseksüel biryarek daye. Li gorî biryara Federasyona Kişikê ya Navnetewî, jinên transseksüel wê nikaribin heta demekê beşdarî wan pêşbirkên fermî yên kişikê bibin ku ji bo tên lidarxistin.
FIDEyê diyar kiriye ku her roja diçe hejmareke zêdetir lîstikvanên jin ên xwe trans binav dikin, dixwazin em wan û federasyonên ku ew tê de endam in nas bikin. Li gorî daxuyaniya FIDEyê wê biryara beşdariya jinên trans, li gorî nirxandinên bûyerên takekesî bên dayîn.
Navenda Wekheviyê ya Transan: Cahilî ye
FIDEyê her çend ji bo demekê ev biryar dabe jî li gorî heman daxuyaniya FIDEyê, dibe ev biryar heta du salan jî bi cih bê.
Yek ji jineke trans û hosteya kişikê Yosha Isgesliasê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek weşandiye û îdia kiriye ku di kişikê de lîstikvanên trans, ji bo jinan “mezintirîn tehdît in” û ev biryar “biryareke li dijî transan e.”
Navenda Wekheviyê ya Transan jî daxuyaniyek daye û biryara heyî bi gotina “li ser esasê hizr û ramanên dijtrans” û “cahili” penase kiriye. (NT/FD)