Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Generalê Hevpeymana Koalisyona li dijî DAIŞê ku Amerîkayê pêşengiya wê dike Stephen Townsend ku ew li Sûrî û Îraqê berpirsê operasyonên li DAIŞê ye, got ku di Operasyona Reqayê de YPG weke hêzên sereke wê cih bigre.
Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê Townsendî bi riya telekonferansê daxuyanî da û got: “Tenê yek hêzeke heye ku di demeke kurt de operasyoneke wiha pêk bîne û ew hêza jî Hêzên Sûriya Demokratîk e ku piraniya wan ji hêzên YPGê pêk tên.
Herwiha generalê amerîkî teqez kir ku hevdîtinên wan bi Tirkiyeyê re li ser vê mijarê berdewam dikin.
Ji aliyê din ve, Townsend got ku rizgarkirina Reqqayê dê ji ya Mûsilê dirêjtir bike û dibe operasyon di demeke nêz de dest pê bike û wiha dewam kir:
"Ez bawer dikim ku hejmareke guncav a hêzên herêmî dê têra operasyona Reqqayê bike. Dîsa jî, planên me hene ku em bêtir hêzan perwerde bikin û wan tev li operasyonê bikin".