Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Topeke hawanê li gundê Xerabkort ê Qosera Mêrdînê ketiye ku nêzîkî sînor e. Di encama teqînê de du kes mirine, 12 kes jî birîndar bûne.
Kesên birîndar bi ambulansan rakirine nexweşxaneya dewletê ya Qoserê û Mêrdînê.
Li gorî Ajansa Anadolûyê, hewan ji aliyê din ê Sûriyeyê hatiye avêtin.
Ajansa Mezopotamyayê gotiye ku piştî teqînê, ketin û derketine gundê Xerabkortê hatiye qedexekirin û nehiştine rojnameger biçin cihê bûyerê.
Niştecihên gund ji MAyê re gotine ku ti şer û pevçûn neqewimiye lê topa hawanê ketiye gundî. (AS/FD)
* Fotograf: Halil İbrahim Sincar – Mardin / AA