Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsan dema ku ofîsa Enqereyê ya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DIHA) mor kir tûtika bi navê Tolaz di avahiyê de hiştibû hiştin, li gor agahiyan Tolaz azad bûye.
Edîtorê DIHAyê, Hayrî Demîrî ji Twitterê da zanîn ku Tolaz azad bûye.
Dema Tolaz di ofîsê de bû polîsan derî mor kiribû
Di 29ê Çiriya Paşiyê de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de, DIHA hatibû girtin. Di 31ê Çiriya Pêşiyê de deriyê ofîsa Enqereyê dema Tolaz tê de bû hatiye girtin.
Tolaz di ofîsê de mabû asê.
Xebatkarên DIHAyê Tolaz di 14.00ê de azad kiriye. (BK/MB)