Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Wezareta Parastinê ji bo li ser sînorê digel Sûriyeyê yê 911 kîlometreyî dîwar bê çêkirin, TOKI(Birêvebiriya Avahiyên Komane) erkdar kir. Li ser hemiya sînorî dîwarekê bi sê metreyan bilind dê bê çêkirin û têlên jilêt pê ve dê li ser dîwaran bêne honandin.
Ergûn Turanê serokê TOKIyê ji Hûrrîyet, Mîllîyet û Starê re axiviye û ev agahî dane:
‘’[Dîwarê] 200 kîlometreyên sînorî Wezareta Parastina Neteweyî û walîtîyan çêkiribûn. Me îhaleyên 200 kîlometreyan çêkirin û amadekariyên ji bo 400 kîlometreyan didomin.
‘’15-20 roj in ku em diwaran didanin em ê 700 kîlometreyên dîwarî di 5 mehan de temam bikin.
‘’Ji bo paratina neteweyî, parastina dîwarê li ser sînorê Sûriyeyê gelekî girîng e. Bi temamkirina dîwarê tê çêkirin sînorên me dê ewletir bibin.
‘’Dîwar bi qalibên betonî ên ku sê metreyan bilind in û firehiya wan du metre ne, têne danîn.
‘’Dîwar ‘portatîf’ in yanî sibeyê em dikarin cihê wan biguherin.
‘’Heke hewceya me li dîwaran nemîne em dikarin di du mehan de wan rakin’’ (AS/MB)