Fotograf: Medyaya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî (1) , (2) / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê aşkere kiriye ku piştî kesê bi navê V. Y. ji ber mesaja zayendperest a li ser Başak Demîrtaşê avêtiye, hatiye desteserkirin, niha jî V. M. zirapê heman kesê hatiye desteserkirin.
V. Y. piştî îfadeya xwe daye û gotiye ku ew ê di Twitterê de peyam nivîsandiye, ne ew e, serbet bûye.
Serdozgeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û tê de gotiye ku piştî li ser hesabên medyaya civakî û di beşek ji çapemeniyê de hatiye nivîsandin û hatiye gotin, li beramberî Demîrtaş û hevjîna wî di Twitterê de hin tişt hatine weşandin, em neçar bûne civakê ronî bikin.
Serdozgeriyê wiha dewam kiriye: “Ji bo wî kesê ku ew mesaj şandiye û nasnameya wî hatiye tespîtkirin, biryara desteserkirinê dayîn û qonaxên lêpirsînê bi hestiyarî tên şopandin.”
Piştî ku Serdozgeriyê lêpirsîn berfirehtir kiriye, V. M. zirapê V.M.yî jî hatiye desteserkirin.
Îfadegirtina her du kesan li Midûriyeta Emniyetê berdewam dike.
Demîrtaşê spasiyên xwe peşkeş kiriye
Başak Demîrtaşê li ser hesabê xwe yê Twitterê spasiyên xwe pêşkêşî wan kesan kiriye ku piştevaniya wê kirine.
Demîrtaşê wiha nivîsandiye: “Ez spasiyên xwe ji bo wan kesan peşkeş dikim ku li ser medyaya civakî piştevaniya min kirine, kesên ku ji her çar aliyên cîhanê li min geriyane û mesaj ji min re şandine.”
Çi bûbû?
Bikarhênerekî Twitterê yê bi navê ‘Vedat Muti7’ li ser hesabê xwe fotografê Başak Demîrtaşê weşandibû û gotinên zayendperest kiribû.
Di profila wî kesî de ‘Xala Kesk’ hebû ku Mahîr Unal, Serokê Beşa Medya û Danasînê yê AKPyê demek berê xwestibû wê herkes wê xalê li ber hesabên xwe bicih bikin. Li gorî daxuyaniya Unalî, kesê ku ew tişt di hesabê xwe de bicih kiribe dixwaze bibêje, “Ez li gorî rêzikên etîk tevdigerim.”
Piştî ew mesaja zayendperest hate weşandin, gelek kesan bi hashtaga “Em bi te re ne Başak Demirtaş”ê piştevaniya xwe nîşan dabûn. Hesabê ‘Vedat Muti7’ hate astengkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê piştî vî tiştî daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku wan lêpirsînname amade kiriye.
Fahrettin Altun, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandibû: “Gelê me dizane bê ka ev bêexlakên ku kesên pişta xwe didin rêxistinên teröre mexdûr nîşan dide kî ne û xizmetê ji çi re dikin.”
Meclîsa Jinan a HDPyê, Selvi Kiliçdaroglû û Canan Kaftancioglûyê jî piştgiriya Demîrtaşê kiribûn. (EMK/FD)