Fotograf: Roza Yiğit / bianet
157 hektarên erdê Zanîngeha Dîcleyê bi erêkirina Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Îklîmê ji bo avadanê hatiye vekirin.
Lijneya Koordînasyona Bajarê Amedê ya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendîsan a Tirkiyeyê (TMMOB) çendeke berê li ser vê projeyê daxuyanî da û bang li rayedaran kir ku dev ji avakirina sazkirinê ya li ser xwezayê û polîtîkayên talan û rantê berdin.
Li gorî zanyariyên ku TMMOBa Amedê belav kiriye, nêzî 10 hektarên daristana Zanîngeha Dîcleyê jî di nav de vê qadê de ye. Li vir darên ku 25- 30 sal in hatine çandin dê bên birîn.
Endamê Komîteya Ekolojiyê ya Odeya Avahîsazan Şerefxan Aydinî ji bianetê re derbarê mijarê de axivî. Aydinî diyar kir ku "Ev qada dixwazin ji bo rantê vekin, qada civakê ye. Zanîngeh jî sazîyekî civakê ye, lewma nikarin ji tîcaretê re vekin û bifroşin. Armanca wan ew e ku ji vê projeyê pereyekî xweş lêxin."
"Qada zanîngehê divê bê parastin"
Li Tirkiyeyê zanîngeha yekem ku erdê wî herî mezin e Zanîngeha ODTUye. Ya duyem jî Zanîngeha Dîcleyê ye. Li Zanîngeha Dîcleyê li dora 50 hezar xwendekarî hene. Şerefxan Aydinî anî ziman ku, pêdivîya van xwendekaran bi cihê xwezayîyê û daristanê heye. Xwendekar divê vê qadê ji bo çalakiyên xwe, ji bo jiyana xwe ya civakî bikar bînin. Plana heyî ya zanîngehê divê bê parastin.
Wezaretê îtîraza Odeyê red kiriye
Şaxa Odeya Plangerên Bajarvaniyê ya Amedê ji bo plan betal bibe serî li Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Îklîmê daye. Lê Wezaretê daxwaza wan nepejirandiye. Wan di îtirazê de jî diyar kiriye ku, bi vê projeyê re dê hevsengiya ekolojiyê bê xerakirin û rê li ber ziyanên mezin vebin. Her wiha, wan biryara ji bo vê herêmê raste rast weke qirkirina ekolojîyê pênase kiriye. Aydinî got, "Her çend ku bikeve ber qada saziyekê jî, ti rayedarên saziyan nikarin taybetmendiya wê qadê biguherîne."
*Plana Zanîngeha Dîcleyê (Çavkanî: Odeya Plangerên Bajarvaniyê ya Amedê)
Wê li dijî vê planê dozê vekin
Rayedarên Odeya Plangeran piştî Wezaretê bersiveke neyênî da, amadekariyê dike ku li jî planê dozê vekin. Aydinî da zanîn û got, hêvîya wan ew e ku ev plan betal bibe: "Dadgeh ew ê binirxîne, li gorî tiştên ku em diparêzin wê pisporekî tayîn dike. Pispor idiayên me di cih de bibîne ew jî wê raporê bide dadgehê û dadgeh jî wê li van raporan binêre. Eger di cih de bibîne wê betal bike. Heta niha hin îtîrazên ku me ji sazî, şaredarî û wezaretan re kiriye red bûne, lê pişt re dadgehan em mafdar dîtine û doz betal kirine. Lewma hêvîya me heye."
Di 8ê Çiriya Pêşiyê ya 2021ê de rêziknameya sepadina qanûna qadên daristanan ên destûra avadaniyê ji bo wan wê bên dayîn, ji nû ve hatibû sazkirin. Beriya vê sazkirinê, destûra avadaniya daristanan di destê Lijneya Wezîran de bû. Lê piştî vê guhertinê, wê Wezareta Hawirdorê pêşniyarî Serokomarî bike. Serokomar wê sînorên qadên ku ji bo avadaniyê destûra wan bê dayîn diyar bike û ragihîne. Li gorî vê rêziknameya ku Serokomariyê weşandiye, qadên daristanan ên li ser wan 5 avahiyên mîna axûr, xanî, kadîn, embar tê de hebin, weke "cihên niştecihbûnê" hatine penasekirin. Ango kesên ku di nava daristanan de axur, kadîn û tiştên mîna wan hebin, dikarin serî lê bidin û daxwaza avadaniyê bikin. |
"Divê hemû saziyên têkildar tev li vê pêvajoyê bibin"
TMMOBa Amedê ji bo bizanibin bê ka projaya Zanîngehê amade kiriye, projeyeke çawa ye û dixwazin planeke çawa li dar bixin, ji Rektoriha Zanîngeha Dîcleyê zanyarî xwestine. Lê zanîngeh hê bersiva wan nedaye. Şerefxan Aydinî got, pêwistiya yekem ew e ku divê hemû saziyên têkildar tev li vê pêvajoyê bikin û bi hev bişêwirin: "Berê wexta ku şarederiyê avahiyek an jî parqek çêdikir, ev bi TMMOBê re parve dikir. TMMOBê pêşniyarên xwe bi wan re parve dikir. Lewma xetayên ku di planan de dihatin kirin minîmalîze dibûn. Lê êdî hemû saziyên dewletê bi serê xwe biryarê didin. Naşewirin. Ji muxatabên van karan tiştek napirsin."
Şerefxan Aydinî îdia kir ku dixwazin bi vê planê qada Zanîngehê ji sermayedaran re vekin: "Konseya Zanîngehê bi hesta çavbirçîtî û rantê tevdigere. Dibêjin, pere lazim e, em ê erdê zanîngehê bifroşin. Tu dibê qey şîrketa bavê wan e."
*Daristana Zanîngeha Dîcleyê, Roza Yiğit /bianet
TMMOBê dest bi kampanyayê kiriye
TMMOBê di daxuyaniyê da bangawazî kir ku divê hemû sazî li vê qada Zanîngehê xwedî derkevin. Her weha di medyaya civakî de dest bi kampanyayekê kiriye. Bi vê mebestê dixwazin rayeke xurt di nava civakê de ava bikin.
Li gorî Qanûna Teşwîqkirinê ya Tûrîzmê ya Hejmar 2634ê li Tirkiyeyê, li daristanan destûra avadaniyê tê dayîn. Li gorî daneyên ku Midûriyeta Giştî ya Daristanan a Wezareta Çandinî û Daristanan weşandiye, ji sala 2014ê heta sala 2021ê, li daristanan bi qasî cihê 32 hektaran destûra avakirina 15 avahiyên tûrîzmê bên çêkirin. Di sala 2014ê de li ser qadeke ji 15 hektaran pêk dihat 5 heb, di sala 2015ê de li ser qadeke bi qasî 8 hektaran 3 heb, di sala 2016ê de li ser qadeke bi qasî 7 hektaran 5 heb, di sala 2017 û 2019ê de jî her yek jê li ser hektarekê avahiyeke tûrîzmê hatiye çêkirin. Wezaretê di daneyên xwe de diyar nake ku bê ka ev der li ku ne û destûra kîjan saziyan dane. *Çavkanî: DW Tirkî |
Şerefxan Aydinî mijara Bexçeyên Hewselê bibîr xist û wiha got: "Di sala 2013an de ji bo Hewselê jî plan çêkiribûn ku ji bo avadaniyê vekin. Li Hewselê nêzî 2 mehan xwendekar û gelek saziyên civakî kon vekirin. Rayeke pir xurt çêbû. mecbûr man betal kirin. "
Di vê navberê de Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remzîye Tosunê jî derbarê vê mijarê de pirsiyarnameyek daye Meclîsê.
Ji bo zanyariyan û nerîna wan werbigirin, me telefonî Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê kir. Rayedarên Rektoriyê destpêkê gotin em ê bersivê bidin we. Lê paşê ti bersivek nedan. (RY/FD)