Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wêne: Murat Bayram/bianet/Cizîra Botan/2016
Koordînasyona Bajarê Amedê ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), lêkolînên piştî qedexeyên derketina derve û kavilbûna Navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîrê, Îdîlê û Silopyayê, li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, li Gevera navçeya Colemêrgê, li Sûra navçeya Amedê hatine kirin bi navê 2015-2016 Bajarên Kavilkirî wekî raporekê amade kiriye.
Li gorî raporê ji ber qedexeya derketina derve û pevçûnên li 7 deveran 400 hezar kesan ji mecbûrî koç kirine. Di raporê de hatiye eşkerekirin ku bêtir jin, extiyar û zarok mexdûr bûne û trawmayêngiran bi wan re çêbûne. Kesên koç kirine ji ber paşeroj, bîranîn û her tiştên xwe yên madî û manewî li pey xwe hiştine ev bûye sedema xizanbûna wan jî.
Dogrûl: Ji bo em baş bibînin çi bûye em sekinîn
Herdem Dogrûl ku di pêvajoya amadekirina raporê de cih girtiye ji Bianetê re ragihandiye bê ka çima piştî sê salan rapor hatiye weşandin. Dogrûl ragihandiye ku piştî pevçûnan gelek astangî hebûn ji bo lêkolînê û wiha dewam kiriye:
“Ji xeynî Sûrê me ji ber qedexeyan me nedikarî em xwe bigihînin cihên din û xerakirin û kavilkirin jî salek piştî qedexeyan dest pê kirin. Lewma jî ji bo em tabloya heyî bi awayekî eşkere bibînin ji mecbûrî em sekinîn. Heke me ev rapor berîya salekê biweşanda dê encam cudatir bûya. Herwiha heke saleke din jî raporek were weşandin dê rewş cudatir be.”
"Ev raporek dibe wekî delîlekê be"
"Me piştî kavilkirina di sala 2016ê de dest pê kiriye û piştî pêvajoya ‘avakirina ji nû ve’ raporek amade kiriye ku rastîyan bi her alîyê xwe radixe ber çavan. Wekî me berê jî ragihandibû kavilkirin û xerakirinên li hemû bajaran, koç û mexdûrbûn, xerakirinên piştî pevçûnan encamên ku nayên çareserkirin derxistine holê. Em bawer dikin ku ev rapora me amade kiriye dê di pêvajoya hiqûqî de wekî delîleke girîng were hesibandin. Ji bo kesên li van cihan, li van malan dijiyan jî vegerên em ê têkoşîna xwe bidomînin.
"Encamên pevçûnan li Şirnexê"
-Li Cizîra ku 31 gundên wê û 10 taxên xwe hene 4 tax hatine kavilkirin.
-Qedexeya ku di di 14ê berfanbara 2015ê de hatiye ragihandin û 79 rojan dewam kiriye di 2ê Adara 2016ê de hinekî hatiye nermkirin.
-Nifûsa ku berîya qedexeyê 131 hezar û 816 bû piştî koça 110 hezar kesan heta 20 hezar kesan daketiye.
-Piştî roja 20. a qedexeya dawî ku di 14ê berfanbara 2015ê de hatiye ragihandin zêdetir kesan ji mecbûrî koç kiriye.
-251 cenazeyên eşkerekirî hene ku di pevçûnan de mirine, lê texmîna kuştina 280 kesan tê kirin.
-Gelek malên ku di pevçûnan de tişt pê nehatiye hatine şewitandin û êdî nayên bikaranîn.
-1200 xênî kavil bûne, 10 hezar xênîyan jî zirar ditîne.
-Qedexe li Îdîlê 43 rojan dewam kiriye ji sedî 80yê nufûsa navçeyê koç kiriye.
-Li Silopyayê pevçûn 37 rojan dewam kiriye. 29 kes mirine, 11 hezar kesan koç kiriye, 351 xênî xera bûne.
-Li navenda Şirnexê jî qedexeyê 391 rojan dewam kiriye, 7 taxên bajêr hema bêje hatine tunekirin, 64 hezar kesan jî koç kiriye.
“Li Geverê ji sedî 35ê gel bê mal mane”
-Li Gevera navçeya Colemêrgê pevçûn 79 roj dewam kirine, 96 kesan jiyana xwe ji dest daye.
-Zirareke hindik gihîştiye 3 hezar û 193 xênîyan.
-Zirareke naverast gihîştiye 647 xênîyan.
-Zirareke zêde gihîştiye 787 xênîyan.
-867 xênî hatine kavilkirin, 336 hezar xênî jî hatine şewitandin.
-Ji sedî 35ê gel bê mal mane.
“45 hezar kesan ji Nisêbînê koç kiriye”
-Qedexeya derketinê li Nisêbîna Merdînê di 14ê Adara 2016ê de dest pê kiriye, heta 21ê Nîsana 2018ê dewam kiriye.
-Li 16 taxan 5 hezar û 72 xênî kavil bûne.
-45 hezar kesan jî ji Nisêbînê koç kiriye.
Li Sûrê 6 tax ji nexşeyê hatine rakirin
-Qedexe li Sûra navçeya amedê 103 rojan dewam kiriye, qedexeya 5. hîn jî didome.
-Li Sûrê 6 tax bi temamî hatine tunekirin.
-17 avanîyên tescîlkirî, 42 Avanîyên Hêjayî Parastinê jî tê de dê 976 avanî da ku li Qada Xizmeta Ewlekarîyê ne dê werin xerakirin.
(RT/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye.