Teatra Jiyana Nû wê li Stenbolê “Kargeha Şanoyê” li dar bixe. Di “Kargeha Şanoyê” de wê dersên dîroka şanoyê, lîstikvaniya bingehîn, perwerdehiya deng û rîtimê, laş û hereket, jixweberî wê bên dayîn. Her weha wê atolyeyên cûr be cûr çêbibin.
Kargeh wê li Stenbolê li avahiya Mezopotamya Sînemayê pêk bê û kesên ku dixwazin beşdar bibin, divê bi kurdî bizanibin.
Şanogera Teatra Jiyana Nû Sakîna Jîr wê Kargehê bi rê ve bibe û ji bo beşdarbûna Kargehê, dema serlêdanan dest pê kir. Kesên ku bixwazin beşdarî Kargehê bibin, divê di navbera heta 30ê Çiriya Pêşiyê serî lê bidin.
Derbarê TJNyê de
Teatra Jiyana Nû di sala 1991an de bi vekirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) re weke beşeke NÇMyê dest bi xebatên xwe kiriye. Di sala 1992an de kom xwe wek komeke serbixwe saz kiriye û navê "Teatra Jiyana Nû" wergirtiye. Di sala 1996an de Şanoya Hêlîn û di 1998an de jî bi navê Sarya Halk Sahnesi du beşên wê hatine avakirin û xebatên xwe yên perwerdehî û lekolînê bi rê ve biriye.
Ji wê rojê ve ye kom xebatên xwe berdewam dike.
Hin lîstikên ku komê lîstine
Mişko, Mirin û Jiyan, Jinên Bindest, Dewaya Generalê Teneke, Sê Ewrên Dûr, Rojbaş, Govenda Hilo, Bayê Elegezê, Komara Dînan Şermola, Ta, Gurzek (Ne)Lêdan, Zimandirêj, Prometheuse Zincîrkirî, Girav, Em û Ew, Sê Sêv Bi Nanek, Mirina Anarşîstekî, Navê Vê Lîstke Çi ye, Li Welatê Wenclayî Evîn, Nobedarê Dêriyê Cinetê, Şîret, Ji Mirinê Veger Tûneye, Agirê Newrozê, Guşto, Zarokên Apê Musa, Qurmê Darê, Zeviya Jiyanê, Apê Elalepçê, Berber, Dergûşa Cîhanê, Memê Alan, Şert, Mehîr, Du Şivan, Germa Tebaxê, Gunde Xeze, Arizayên Teknîkî, Axuya Spî, Agir, Zîlan, Meşa Jiyanê, Pênc Pêçî,Tirsa Fuhrer, Masîreşa Biçûk, Bêrû.
(FD)