Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavûşoglûyî eşkere kir ku ji bo 8 leşkerên di dema Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê de reviyayîbûn Yewnanîstanê li Tirkiyeyê bê vegerandin gavên pêwîst dê bêne avêtin.
BIXWÎNE: Heşt leşker bi helîkopterê çûn Yûnanîstanê
Li gor TRT Haberê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîye wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê li Antalyayê gotiye: “Betalkirina Peymana Guhertina Penaberan jî tê de çi gavên pêwîst ên heyîn em ê biavêjin.”
Tirkiyeyê cara didoyê xwest Yewnanîstan leşkerên reviyayîn lê vegerîne.
Tirkiyeyê herweha da leşker bêne girtin ji bo Interpolê jî nivîsek nivîsî.
Çi bûbû?
Di 15ê tîrmehê de, dema hewildana derbekirinê hat kirin, helîkoptereka ku heşt leşkerên hewil dabûn derbeyê bikin dadabû ser axa Yûnanîstanê.
Wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglûyî li ser hesabê xwe nivîsîbû ku wan ji Yûnanîstanê daxwaza dayina wan leşkeran kiriye.
Serokerkaniya Leşkerî ya Yûnanîstanê diyar kiribû ku helîkoptereka leşkerî dadaye balafirgeheka wan û ew plan dikin demildest leşkeran teslîm bikin.(YY/MB)