Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku Parlemana Almanyayê ‘’Qirkirina Ermenîyan’’ qebûl kir Tirkiyeyê xwest balyozê Tirkiyeyê yê li Berlînê, Huseyîn Avnî Karslioglû vegere.
Tê çaverêkirin ku Karslioglû bi sieta Tirkiyeyê li siet 14:45ê ji Berlînê bi balafirê bifire Tirkiyeyê.
Cihgirê serokwezîrê Tirkiyeyê, Numan Kurtulmûşî li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîyar kiriye ku Parlemana Almanyayê hin ‘’îdia’’ wek ‘’qirkirinê’’ qebûl kirine û ev yek xeletiyeka dîrokî ye.
Berdevkê AKPyê Yasîn Aktayî jî daye zanîn ku ev kiriyara Almanyayê ne kiriyareka dostane ye. (EKN/MB)