Fotograf: UNICEF
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rapora Mîsyona Berhevkirina Daneyan a Lîbyayê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) hatiye weşandin. Mîsyon ji sala 2016an û vir ve li Libyayê lêkolînê li ser binpêkirinên mafan dike.
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê, rapor vê heftê hatiye weşandin û pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a NYyê kirine. di rapora de hatiye îdiakirin ku di şerê navxweyî yê Libyayê de leşkerên zarok ên sûriyeyî birine şer û destê Tirkiyeyî jî di şerkirina van zarokan de heye:
“Li gorî delîlên ji dawiya sala 2019an û vir ve hatine bidestxistin, Tirkiye, ji bo zarokên sûriyeyî biçek bibin û di nava refên Hikûmeta Rêkeftinê ya Netewî de li dijî Artêşa Netewî ya Libyayê bi pereyan şer bikin, navbeynkarî kiriye ku ji dirbê wan bi awayekî zelal hatiye famkirin, temenê van zarokan di navbera 15-18an de ye.
“Ev leşkerên zarok weke şervan hatine bikaranîn an jî di wezîfeyên ji bo piştgiriyê de hatine bicihkirin. Dema li dijî fermanan derketine gelek ji wan girtine û ew xistine girtîgehan, beşek ji wan jî birîndar bûne.”
“Libya û Tirkiyeyê berpirsiyariyên xwe bicih neanîne”
Raporê diyar kiriye ku Libya û Tirkiye li gorî protokola derbarê Peymana Mafên Zarokan tevnegeriyane û xala “astengkirina biçekkirina zarokan û bikaranîna wan a di şeran de” binpê kirine.
Çavkaniyên Wezareta Derve îdia piştrast nekirine
Çavkaniyên Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê bi BBC Tirkiyê re axivîne û ev îdia piştrast nekirine:
“Ev îdia bi temamî bêbingeh in û ti bingeheke wan a berbiçav nîne. Divê em lê bipirsin ku ka ev îdiayên bêbingah çawa di vê raporê de hatine bicihkirin. Bi dehan sûcên şerî, gorên komî û binpêkirinên mafên mirovan hene li bendî lêkolînê ye û divê Mîsyona Berhevkirina Daneyan lêkolîn li ser wan bikira. Divê lê binêrin bê ka xebatên Mîsyonê û rapor çiqasî bala xwe daye ser van tiştan.”
NYyê Mîsyona navboî di sala 2020an de ava kiriye û Mîsyon di dawiya meha Tebaxê de çûbû Trablûsê. Pişthî hevdîtinên xwe yên bi rayedarên payebilind ên Libyayê re, vê hefte rapora xwe qedandiye.
Di Çiriya Paşiyê ya 2019an de hîna şerê navxweyî dewam dikir, Tirkiyeyê peymaneke parastinê bi Hikûmeta Rêkeftinê ya Netewî ya li Trablûsê re îmze kiribû ku peywendiyeke wan a nêzîk heye. Piştî vê peymanê leşkerên tirkiyeyî “ji bo perwerdekirin û şêwirmendiyê” çûbûn Libyayê.
Hikûmeta Rêkeftinê li dijî Artêşa Netewî ya Libyayê şer dikir. General Xelîfe Hafter serekê Artêşa Netewî ya Libyayê bû û beşeke mezin ji rojhilat û başûrê Libyayê di destê wan de bû. Her weha Trablûs dorpêç kiribûn.
Di serê 2020an de hin nûçe hatibûn weşandin û hatibûn gotin ku hêzên milîs ên sûriyeyî yên Tirkiye piştgiriya wan dikin, çûne Libyayê û li dijî Hafterî şer dikin. (KÖ/FD)