Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Norveçê di tetbîqata leşkerî de teknîsyenekê li ser texteyê rêberên dijmin navê Mustafa Kemal Atatirkî nivîsîye û kesekî/ê li ser navê Recep Tayyîp Erdoganî hesabekê sexte yê medyaya civakî vekiriye.
Li ser vê yekê Tirkiyeyê leşkerên xwe ji tetbîqata NATOyê vegerandine.
Tetbîqatê di 9ê Çiriya Paşiyê de dest pê kiribû û 40 leşkerên Tirkiyeyê ji bo tetbîqatê li Norveçê bûn. Li gor bernameya tetbîqatê sibeyê tetbîqat dê biqede.
Fermandarê hêzên hevpeyman, Andrzej Reudowiczî bi daxuyaniyekê lêborîn xwest. Li gor nûçeyeka Hurriyetê sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenbergî ji Tirkiyeyê lêborîn xwestiye.
Di hesabekê medyaya civakî ya NATOyê de kesekî/ê hesabek li ser navê Erdoganî vekiriye û li dijî NATOyê tişt parvekirine.
Li gor daxuyaniyeka NATOyê fermandarên berpirsê bûyeran ji karî hatine avêtin.
(HK/MB)
Çavkanî: Spurnik