Fotograf: Radyoya Swêdê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Swêd û Fînlandiyayê daxwaz kirin bibin endamên NATOyê, Tirkiye li ber vê daxwazê rabû û hin şert danî ber wan. Yek ji van şertan jî radestkirina 9 navan bû. Yek ji wan navan Sîrac Bîlgîn e ku Bîlgîn di sala 2015ê de miriye.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Anadolûyê di 19ê Gulana 2022yê de weşandiye, Tirkiyeyê ji Fînlandiya û Swêdê daxwaza radestkirina 9 kesan kiriye: Nivîskar Mehmet Sîraç Bîlgîn, Aysel Alhan, Azîz Tûran, nivîskar Ragip Zarakolû, Halef Tek, Harûn Tokak, Bulent Keneş, Yilmaz Ayten û Levent Kenez. Li gorî nûçeyê, ev kes ji bo PKK Cemaeta Gulenî “navên girîng in”. Nivîskar Ragip Zarakolûyî di sala 2012ê de daxwaza penaberiyê li Swêdê kiribû û li Tirkiyeyê tê dadgehkirin. Dadgeh dixwaze cezayê giran li Zarakolûyî bibire.
Sîrac Bîlgînê ku di heman lîsteyê de ye, di 8ê Kanûna 2015ê de li Swêdê miriye.
Rehber Bîlgîn: Dizanîbûn ku miriye
Rehber Bîlgîn, kurê Sîrac Bîlgînî, ji Radyoya Swêdê, beşê kurdî bi Beşîr Kavakî re axiviye û gotiye ku Tirkiye dizanin bavê wî miriye: “Tiştekî pir surrealîst bû. Meriv şaş dimîne. Mane veya çi ye. Diber ku dewleta Tirk dizane bavê min rehmet kiriye. Haya wan jê heye. Me li Tirkiye dabû xuyakirin ku miriye. Ez dizanim ku dewleta tirk tiştekî bê mane nake. Gelo dixwazin mirovên din bitirsînin?”
Ji bo Bîlgînî berê jî biryara zeftkirinê dabûn
Bîlgîn beriya niha jî bi hinceta ku di nava Parlamentoya Kurdistanê ya li Sirguniyê” û Kongreya Netewî ya Kurdistanê” cih girtiye, biryara zeftkirinê ji bo wî hatibû dayîn. Parlamentoya Kurdistanê ya li Sirguniyê di sala 1995ê de kom ava bûbû û Serokê Giştî yê berê yê Partiya Demokrasiyê (DEP) Yaşar Kaya bûbû Serokê wê yê Giştî. Di sala 2009ê de Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê îdianameyek amade kiribû û Zubeyîr Aydar, Remzî Kartal, Nejdet Bûldan jî di nav de biryara zeftkirina 26 kesan dabû. Nivîskar Sîrac Bîlgîn jî yek ji wan bû.
Dadgeha 11an a Cezayê Giran a Enqereyê ev îdianame qebûl kiribû û daxwaza zeftkirina 26 navan kiribû.
Piştî ku Pêvajoya Çareseriyê destpê kir, Dadgeha 8an a Cezayê Giran a Enqereyê ev biryara zeftkirinê betal kir û diyar kir ku ev kes heta 3 mehan bên Tirkiyeyê “wê neyên girtin”.
Kesên weke Yûsûf Serhat Bûcak, Yaşar Kaya û Şerafettîn Kaya vegeriyan Tirkiyeyê û piştî dadgehkirinê serbest bûn.
Di dadgehkirina 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê de Dadgeha 8an a Cezayê Giran a Enqereyê gotiye ku wan ji bo navnîşana Bîlgînî diyar bibe, nivîs nivîsiye û ji vê nivîsê re bersiv hatiye: “Di bersivê de hatiye gotin ku li gorî agahiyan li Swêdê wefat kiriye.” (FD)