Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê (Amnesty) li ser paşveşandina penaberên ji Sûriyeyê hatîn Tirkiyeyê raporek weşandiye. Li gor raporê Tirkiyeyê penaberên ji Sûriyeyê bi mecbûrî şandine Sûriyeyê.
Rêxistinê eşkere kiriye ku ji beriya Tirkiye dest bi plana xwe ya çêkirina “herêma ewle” ya li Sûriyeyê, dest bi paşveşandina penaberan kiriye.
Ne bi dilê xwe lê mecbûrî...
Li gor raporê hêceta şandina piranîya penaberan neyîna qeyda fermî an jî qeyda fermî ya li bajrekê dî.
Tirkiyeyê diyar kiriye ku penaber bi daxwaza xwe vegeriyane. Lê penaberan diyar kiriye ku belgeya daxwaza vegerê bi zorê li wan hatiye îmzekirin.
“Kerîmê 23 salî got ew û zarokên 15-16 salî bi hev re ji ,Stenbolê hatine derêxistin.”
(RT/MB)