Tirkiyeyê xwest ku biryara ji bo Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş hatiye dayîn, Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wê biryarê careke din binirxîne.
Biryara derbarê Demîrtaşî de 2emîn Daîreya DMMEyê dabû. Tirkiyeyê jî Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wê biryarê careke din binirxîne.
Dema dawî ya ji bo îtîrazkirina biryarê 8ê Cotmehê bû.
Biryarên DMMEyê
Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag û siyasetmedarên din di çarçoveya xwepêşandanên Kobaniyê yên 6-8ê Cotmehê de 9 sal in di girtîgehê de ne. Ji 4ê Mijdara 2016an vir ve, DMMEyê sê caran biryar daye ku mafê Demîrtaş hatiye binpêkirin û xwestiye bê berdan.
Biryar:
- Daîreya DMMEyê, 20ê Mijdara 2018an
- Daîreya Mezin a DMMeyê, 22ê Kanûna Pêşîn a 2020an
- Daîreya DMMEyê, 8ê Tîrmeha 2025an
Tirkiyeyê ev her sê biryar jî pêk neanîn. Herî dawî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe de biryara 'Daîreya Mezin a DMMEyê' ya 22ê Kanûna Pêşîn a 2020an' anî rojeva xwe û daxwaza berdana Demîrtaş kir.
(AB/AY)
