Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tirkiyeyê bersiva pirsên Neteweyên Yekbûyî yên li ser qedexeyên sîstematîk daye. Cihgirê wezîrê karên derve Faruk Kaynakçiyî hemî sûcdarî red kirine û îdia kiriye ku qedexeyên sîstematîk nînin.
Bixwîne - Walîtiya Enqereyê Rojên Filman ên LGBTİyê betal kir
Zêdetirî du salan e ku Walîtîya Enqereyê hemî çalakîyên LGBTIyan yên li Enqereyê qedexe kirine.
Bixwîne - 2019: LGBTI+an di bianet Kurdîyê de çawa cih girtiye?
Wezaretê herweha gotiye “ji ber ku Meydana Galatasarayê meydaneka tûrîstîk e ji bo Dayikên Şemiyê û komên LGBTIyan destûr nayê dayin.”
Tirkiyeyê îdia kiriye ku ji sala 2014ê ve rêziknameyeka nû li dijî sûcên nefretê hatiye çêkirin û dewlet li dijî wî sûcî tevdigere.
Çi bûbû?
Walîtîya Enqereyê hemî çalakiyên rêxistinên LGBTyê(lezbîyen, gey, transeksûel, bîseksûel) qedexe kiribû, komeleyên KaosGL û Pembe Hayatê ji bo betalkirina biryarê doz vekirin. Dadgehan daxwaza komeleyên LGBTyê red kir.
Bixwîne - Walîtiya Enqereyê ji bo demeke nediyar bernameyên LGBTİyê qedexe kirin
Li gor nûçeya Yildiz Tarî Dadgeha Îdareyê ya 4. a Enqereyê diyar kiriye “biryar dê rewşeka welê çêneke ku neyê telafîkirin an jî telafiya wê zehmet be û biryar rasterast ne li dijî hiqûqê ye.”
Walîtî: Li gor rêziknameyê ye
Walîtîya Enqereyê di parastinnameya xwe de eşkere kiriye ku biryar di dema Halê Awarte de hatiye dayin. “Mafên bingehîn” nehatine binpêkirin û biryar ne li dijî hevpeymanên navneteweyî ye.
Hiqûqa derengmayî
Parêzerê ku li ser navê Kaos GLyê doz vekiribû, Kerem Dikmenî diyar kiriye walîtîyê di 19ê Çiriya Paşiyê de biryara qedexeyê îlan kiriye. Wan di 20 Çiriya Paşiyê de doz vekiriye lê 25ê Kanûna Paşiyê de dadgehan biryar dane.
(EMK/MB)