Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Andrej Hunko yek ji endamên Rêxistina Ewlehî û Hevkarîyê ya Yekîtîya Ewropayê ye, ew ê ji bo çavdêriya li hilbijartinê bihatiya Tirkiyeyê lê Tirkiyeyê bi îdiaya “ew piştgirê terorê ye” destûr neda wî.
Hunkoyî diyar kiriye ku ev kiriyar ne hiqûqî ye. Wî gotiye:
“Dema dewletek heyetan vedixwînin nikarin endamên heyetê hilbijêrin.”
Wî diyar kiriye piştî bûyerê Rêxistina Ewlehî û Hevkarîyê ya Yekîtîya Ewropayê û Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ev rewş protesto kiriye.
2017ê hatibû
Hunko di Nîsana 2017ê de ji bo çavdêriya li referandûmê hatibû Diyarbekirê. Wî diyar kiribû ku polîsan sietekê destûr neda çavdêran.
(ŞA/MB)