Tirkiyeyê bi Balafireke Bêmirov a Çekdar (SÎHA) êrişî Kampa Penaberan a Mexmûrê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; Di êrîşê de jinek 50 salî birîndar bû.
Şêniyên kampê piştî êrîşê li ber nexweşxaneyê kom bûn. Şandeke rayedarên Iraqî ji bo lêkolînê hatin cihê bûyerê.
Di hefteyekê de du êriş hat kirin
Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Muhammed derbarê êrîşê de daxuyaniyek da Rûdawê.
Rizgar Muhammed da zanîn ku îro danê sibê saet di 09.30an de kamp hate bombebarankirin û di êrîşê de jinek 50 salî birîndar bû.
Kampa Mexmûrê di nava hefteya dawî de cara duyemîne bi SÎHAyan tê bombekirin.
Di êrîşa 7ê Çiriya Pêşiyê de 2 zarok û jinek birîndar bûbûn.
(RT/AY)