Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tirkiyeyê destûr nedaye ku Irîna Alleman, pêşkêşkara kanala YouTubeyê ya bi navê Populer Politîkayê bê û hilbijartina Serokomariyê bişopîne.
Populer Polîtîka nêzîkî Aleksey Navalny, serokê mixalif ê Rûsyayê ye. Navalny girtî ye.
Allemanê li ser hesabê xwe yê Telegramê aşkere kiriye ku wê xwestiye di 25ê Gulanê de bê û hilbijiartina 28ê Gulanê bişopîne, lê destûr nedane wê.
Li gorî daxuyaniya Allemanê, rayedaran li balafirxaneyê jê re gotiye ku ji ber ew “xetere ye ji bo ewlehiya newetî” ew ê destûrê nedin. Lê diyar nekirine ku bê ka “tehdit”eke çawa ye.
Rojnamegerê diyar kiriye ku ketina wê ya li nav sînorê Tirkiyeyê ji bo 5 salan hatiye qedexekirin.
Alleman beriya tûra yekem a hilbijartinê hatibû Tirkiyeyê û hilbijartin şopandibû.
Beriya niha bi hefteyekê Wezareta Edaletê ya Rûsyayê navê Allemanê di “lîsteya sîxurên biyanî” de nivîsîbû. Nayê zanîn ku ti têkiliyek di navbera herdu pêşketinan de heye yan na. (HA/FD)