Tirkiyeyê biryar da ku wê hin berhemên ku ji Îsraîlê re dişînin sînordar bike.
Biryar li ser hesabê Xê yê Wezareta Bazirganiyê hat eşkerekirin. Di nav berhemên ku hinardekirina wan hatiye sînordarkirin de hesin, hesin û pola, bircên pola, kabloyên elektrîkê, panelên elektrîkê, mîkserên betonê, rûnên hîdrolîk, mermer û boriyên plastîk hene.
Wezareta Bazirganiyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Tirkiyeyê biryar daye ku ji 9ê Nîsana 2024an pê ve hin berhemên ku ji Îsraîlê re tên hinartin sînordar bike.
Daxuyaniyê da zanîn ku wezaret dê ji bo vê yekê hewcedariyên biryarê demildest bi cih bîne.
Herwiha bi tevahî dê hinartina 54 cureyên berheman were sînordarkirin.
Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin, heta ku Îsraîl li Xezeyê demildest agirbestê ranegihîne û destûrê nede alîkariyên mirovî dê sînordarkirina diyarkirî bidome.
(EMK/AY)