Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji beriya 14 salan li Denîzlîyê hin welatiyan roja Newrozê pîroz kir, dadgeha wê derê ji ber dirûşmên li pîrozkirinê hatîn gotin û daxuyanîya hatî xwendin ceza da beşdaran. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) Tirkiye neheq dît.
Beşdarên pîrozkirinê yên ku ceza xwaribûn ji beriya 14 salan serî li DMMEyê dabû, dadgehê îro biryar da ku “Tirkiyeyê mafê kombûn û rêxistîbûnê binpê kiriye.”
Sê welatiyên li Denîzlîyê dijîn ên bi navê Mesut Yildiz, Mehmet Siddik Eker û Zeynel Onver amadekarên çalakiyên ji bo Newrozê bûn.
Wan di 13ê Adara 2003yê de Walîtîya Denîzlîyê ji bo çalakiyê agehdar kir. Nêzîkî sê hezar kes beşdarî pîrozkirinê bûn. Ji ber dirûşmên hatîn gotin Dozgeriya Denîzlîyê doz vekiriye û ceza daye wan.
Ji bo amadekaran sal û nîv cezayê girtinê û 343 Lîre cezayê pereyî hat dayin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo Mesut Yildiz, Mehmet Siddik Eker û Zeynel Onver 1500 Euro mesrefa dadkirinê wek ceza da Tirkiyeyê.(AS/MB)