*Deriyê sînor ê Cîlvegozu
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tirkiyeyê roja Çarşemê 28 penaberên din ên sûriyeyî ji dersînor kirine. Li gorî zanyariyan ew kes şandine herêmên di bin kontrola Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) de ne ku ew û Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) ango Artêşa Tirikyeyê hevkarên hev in.
Li gorî nûçeya North Pressê ya li Qamişloyê weşanê dike, çavkaniyeke ji deriyê sînor ê Bab el-Hawayê zanyarî daye wan û gotiye çar jê jin 28 sûriyeyê hatine dersînorkirin.
Bab el-Hawa li ser sînorê Tirkiyeyê ye û li bakurê Îdlibê dikeve. İdlib li bakur û rojavayê Sûriyeyê ye.
Kesên hatine dersînorkirin diyar kirine ku ew baş nizanin ji ber çi hatine dersînorkirin.
Erdoganî di 23yê Gulanê de gotibû ku Tirkiye wê milyonek penaberan bişînin bakurê Sûriyeyê.
Li gorî zanyariyan di meha Nîsanê de 722 penaberên sûriyeyî ji deriye Bab el-Hawayê hatine dersînorkirin. (AEK/FD)