Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Karûbarên Derve derbarê referandûma serxwebûnê ya Kurdistana Iraqê de daxuyaniyek belavkir ku tê plankirin di 25ê Îlonê de çêbibe. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Digel hemû şîretên dostane Rêveberiya Herêma Kurdistanê dîsa jî di helwesta xwe ya referandûmê de bi israr tevdigere. Em dixwazin bibêjin ku wê berdêla vî tiştî hebe”.
Di heman daxuyaniyê de hat xwestin ku Rêveberiya Herêmê dest ji biryara referandûmê berde û hat gotin ku ji bo têkiliyên di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de”li ser bingeha hevgirtina xakê, yekîtiya siyasî û fêdegirtina beramber bê xurtkirin” wê Tirkiye piştgiriyê bide.
Piştgirî da Iraqê
Wezareta Karûbarên Derve piştgirî da biryara Meclîsa Iraqê ya ku biryara referandûmê ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê dijyaseyî dibîne û kêfxweşî ji bo vê biryarê anî ziman.
Çi bibû?
Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê Mesûd Barzaniyî di Hezîrana 2017yê de aşkere kiribû ku wê referandûma serxwebûnê di 25ê Îlona 2017yê de lidar bikeve.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî piştî ragihandina referandûmê gotibû ku “ev biryareke dijdestûrî ye û ew ê biryarê nas nekin”.
Barzanî her dawî di 9ê Îlonê de ji beşê Farisî yê BBCyê re axivî bû û derbarê referandûmê de wiha gotibû: “Xetayeke mezin bû me referandûm heta niha taloq kiriye. Heke ku em derengtir bixin wê kar bêhtir xerab bibin.”
Tirkiye û herwiha rêveberiya Iraqê jî li hemberî biryara referandûmê derdikevin.
Parlamentoya Iraqê di 12ê Îlona 2017yê de derbarê referandûmê de biryarek girtibû û referandûm hatibû retkirin. Mijar ji hêla 80 parlamenteran ve hatibû rojevê. Parlamenterên Kurd civîn boykot kiribû. (YY/FD)