Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî 5 salan di navbera Tirkiyeyê û Yûnanistanê de ‘hevdîtinên lêgerînê’ îro li Stenbolê çêdibe. Wê ji bo çareserkirina qeyrana sondajê ya li Derya Spî nirxandinên xwe bikin.
Civîna herî dawî ya ku di navbera Tirkiyeyê û Yûnanistanê de di 1ê Adara 2016an de li Atîna, paytexta Yûnanistanê pêk hatibû.
Piştî 5 salan, şanda Yûnanistanê li gel berpirsên peywendîdar ên Tirkiyeyê îro li Stenbolê dicive û Sedat Onal,Cîgirê Wezîrê Derve serpereştiya şanda Tirkiyeyê dike.
Her weha Çagatay Ercîyes, Rêvebirê Giştî yê Sînor-Hewagerî-Deryagerî û Karên Sîyasî yên Dûalî yê Wezareta Derveyî jî tevlî civînê dibe.
Cîvîn wê ji çapeniyê re girtî be û hatiye plankirin wê di tevahiya rojê de bidome.
Piştî 5 salan, di navbera Tirkiyeyê û Yûnanistanê de ‘hevdîtinên lêgerînê’ îro li Stenbolê çêdibe. Wê ji bo çareserkirina aloziya sondajê ya li Derya Spî nirxandinên xwe bikin.
(PT/AY)