Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikîne
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got ku eger Neteweyên Yekbûyî bo welatiyên Tirkiyeyê serbestiya vîzeyan nede, ew jî dê Peymana Penabaran betal bikin.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ji rojnameya Frankfurter Allgemenie Zeitungê re axivî got ku eger serbestiya vîzeyê neyê dayîn peymana derbarê penaberan ku di 18ê Adarê de hatibû danîn, wê were betalkirin.
Mevlut Çavuşoglu got: ‘Eger serbestiya vîzeyan pêk neyê em ê neçar bimînin ku peymana derbarê penaberan de ku di 18ê Adarê de hatibû danîn, betal bikin. Dibe ku di serê meha Cotmehê an navîna mehê re roj were danîn. Lêbelê em dîrokekê dîyar û teqez dixwazin.’
Çavuşoglu her wiha ragihand ku divê ev daxwaza Tirkiyeyê weke gefxwarin neyê fêmkirin.
Komîsyon: We şertan qebûl kirin
Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê li ser wê gotinê Çavuşogluyî axivî û destnîşan kir ku ji bo serbestiya vîzeyan divê şertên ku hatibûn diyarkirin, bînin cih.
Wî berdevkê bi bîr xist ku Tirkiyeyê ji bo serbestiya vîzeyê pêkanîna 72 şertên diyarkirî qebûl kiriye û got: ‘Komîsyona Ewropayê li bendê ye ku Tirkiye berpirsyarî û peywîrên xwe yên ji bo serbestiya vîzeyê pêk bîne.’
(YY/YO)