Rûsya û Tirkiyê li hev kirîye ku li bajarê Idlibê ya Sûrîyeyê agirbestê rabigîhîne. Biryara agirbestê di saet 12.01ê 6 Adara 2020an da hatiye cîbicîkirin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê piştî civîneke ku nêzikî 6 saetan berdewam kiriye, konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş saz kiri ne .
Pûtînî di wê konferansa hevbeş de gotiye, “Peywendiyên me yên dualî, ji bo peydakirina derfeta çareseriyê jî dibe alîkar. Komên terorîst çalakiyên xwe li Idlibê zêde kirine û êrîşan dikin. Herweha leşkerên Tirkiyê jî hatine kuştin.”
Serokê Rûsyayê Vladimir Putinî weha pêde çûye, “Hinek caran nêrînên me li gel Tirkiyê cuda ne, lê di rewşên hestiyar da em dikarin xala hevbeş bibînin û çareser bikin. Îro jî her wisa bû. Me dît ku em herdû alî jî dixwazin li ser formata Astanayê kar bikin. Lê divê yekparçetîya axa Sûriyeyê û serweriya wê bê parastin û wê şerê me li hemberî komên terorîstî jî her berdewam be. Ez di wê baweriyê da me ku ev rêkeftina me, dawiyê li şeran û êşên xelkê sivîl bîne.”
Erdogan: Me li ge Pûtînî çendîn mijar gotûbêj kirin
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî jî ragihandiye, dê saet 12.01 roja 6ê Adarê li Idlibê agirbest bê bicîhkirin û bi vî awayî jî pêngavên aramkirinê bêne avêtin.
Erdoganî gotiye, berpirsê sereke yê aloziyên li Idlibê û koçberbûna xelkê, hikûmeta Sûriyê ye û wan jî weke Tirkiyê nedikarî li hemberî vê yekê bêdeng bin û daxwaz ji Rûsyayê jî kiriye ji êrişên artêşa Sûriyeyê re bêdeng nemînin û gotiye, ger hukumeta Surîyeyê êrîşên xwe bidomînin, ewê jî bersiva wan bidin.
Erdoganî destnîşankiriye û gotiye, “Wê îşev di saet 12an da li Idlibê agirbest bê ragihandin. Me li gel Pûtînî çendîn mijar gotûbêj kirin, ku em di hinek xalan da hevnêrîn bûn û di hinekan de jî na. Di demekê da rejîma Sûrîyeyê bi şêweyekî dijwar êriş dikirin û xelkê sivîl bombebaran dikir, me nedikarî destwestan û bêdeng ban. Berpirsê sereke yê xirabûna rêkeftina Idlibê, rejîma Sûriyeyê bixwe ye û wan aramiya li herêmê xirab kir. Em ji Rûsyayê dixwazin ku çavê xwe li êrîşên artêşa Sûriyê negre, lê eger êrîş berdewam bin, emê jî bersiva wan bidin.”
Piştî gotarên Pûtînî û Erdoganî, wezîrên derve yên herdu welatan rêkevtina herdu aliyan a derbarê bajarê Idlibê da xwendî ye.
Herdu aliyan jî tekezî li ser serwerî, serbixwebûn, yekgirtin û yekperçeyiya Sûriyê kirine.
Herweha biryara “têkoşîn û jinavbirina hemû grûpên ku ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekgirtî ve weke terorîst hatine naskirin” hatiye dûpatkirin. Hatiye destnîşankirin, ku çareseriya krîza li Sûriyeyê bi rêbazên leşkerî nabe û dibe bi rêbazên siyasî di bin pêşengiya Sûriyeyîyan da bi hêsankarî û bi biryara 2254 a Netewên Yekgirtî ew krîza bê bidawîkirin.
Xalên rêkevtina navbera Rûsyayê û Tirkîyeyê weha ne;
-Li seranserê xeta navçeya kêmkirina aloziyan li Idlibê, îşev ji saet 00.01 pê ve agirbest dê bê ragihandin û hemû liv û tevgerên serbazî dê bên sekinandin.
-Li bakur û başurê rêya M4 bi kurahiya 6 kîlometran korîdoreke ewlehiyê dê bê ragihandin. Hûrgûliyên derbarê birêvebirina korîdora ewlehiyê, di nava 7 rojan da ji aliyê wezaretên berevaniyê yên Rûsya û Tirkiyê ve dê bên diyarkirin.
-Dewriyên hevbeş ên Tirk-Rûsî, roja 15ê Adara 2020an li ser rêya M4 ji Trumbayê (2 kîlomtran dikeve rojavayê Seraqibê) heta Ain Al Havrê dê bên destpêkirin. (AY/FD)
* Çavkanî: Rûdaw
* Fotograf: Murat Çetinmühürdar (Serokomarî) – Moskova/AA