Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Stenbolê Kongreya Ekonomîyê ya 23. hat pêkanîn. Di kongreyê de serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Viladîmîr Pûtîn axivîn.
Piştî kongreyê Pûtîn û Erdogan li Koçka Haybeyê civîyan. Civînê sietek û 40 deqîqeyan dom kir.
Ajansa Anadolûyê ragihand ku Tirkiye û Rûsyayê ji bo Projeya Herikîna [Enerjiyê ya] Tirkan hevpeymanek îmze kiriye
Erdogan: [Pêvajoya] normalbûnê dê dewam bike.
Erdoganî piştî civînê got: ‘’Îro me digel serokî rojeka têr û tejî derbas kir ku ev peyman hat asta îmzekirinê û ji bo îmzekirina serokan hat anîn. Ez bi temamî di wê baweriyê de me ku pêvajoya normalbûnê ya Tirkiye û Rûsyayê dê dom bike.’’
Pûtîn: Me bazara Rûsyayê vekir
Pûtînî got:
‘’Rûsya çandinîyê nake, me bazar ji bo malên Tirkiyeyê vekir. Bi vî awayî bihayê tiştên çandinê dê [li Rûsyayê] kêm bibe.’’ (HK/MB)