Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Bajarê Dohayê yê Qetarê, Banqeya Navendî ya Tirkiyeyê û Banqeya Navendî ya Qetarê "Peymana Pêguhortinê" îmze kiriye.
15ê Tîrmehê hevkariya herdu welatan bûbû rojeva Tirkiyeyê. Bi vê hevpeymanê gava pêşiyê ya hevpeymanê hatiye avêtin.
Li gor pêşbînîyan Qetar dê 15 Milyar Dolaran bide Tirkiyeyê û li hemberî wê li Tirkiyeyê karên bazirganiyê bike.
Li gor peymana hatî îmzekirin di pêngava pêşiyê de Qetar dê beramberî 3 Milyar Dolaran Rîyalên Qetqrê û Lîreyên Tirkan ji bo Banqeya Navendî ya Tirkiyeyê rêbike. Herweha bazirganiya di navbera herdu welatan de dê bi Lîre û Rîyalan be.
(PT/MB)