DYA û Îsraîlê di sibeha 28ê Sibatê de êrişeke berfireh li dijî Îranê dan destpêkirin û di van êrişan de Serokê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Ayetulah Elî Xamaneyî hate kuştin.
Piştî êrişan li Îranê sîstema îdarî jî têk çûye û ji ber vê sedemê deriyên sînorî yên di navbera Tirkiye û Îranê ji bo çûn û hatina rojane hatin girtin. Her wiha li Deriyê Bajêrge ji aliyê Îranê ve ji ber kuştina Xamaneyî alaya reş hatiye bilindkirin.

Tenê destûr tê dayîn ku barhilgirên bazirganî derbas bibin. Her weha şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê de didome.
Ji ber şer, li gelek welatên Rojhilata Navîn geştên asmanî hatin betalkirin û li hinek welatan jî deriyên sînorî hatin girtin.

DYA û Îsraîlê êrişî Îranê kir
Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Bolat ragihand ku her sê deriyên sînorî yên di navbera Tirkiye û Îranê de bi awayekî dualî ji bo çûn û hatina rojane hatine girtin.
Deriyên hatine girtin
Li gorî daxuyaniyê, Deriyê Sînorî yê Gurcîbulaqê yê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, Deriyê Sînorî yê Kapikoyê yê li navçeya Mehmûdiyê ya Wanê û Deriyê Sînorî yê Bajêrgeyê yê li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatine girtin.

Hat diyarkirin ku ev derî bi awayekî dualî ji bo çûn û hatina rojane ya rêwiyan hatine girtin. Lê belê li her sê deriyên sînorî dê çûn û hatina barhilgirên bazirganî bidome.
Her wiha welatiyên Îranê yên ku li Tirkiyeyê ne, dikarin di her sê deriyan re derbasî Rojhilatê û Îranê bibin û welatiyên Tirkiyeyê yên li Îranê jî dikarin vegerin Tirkiyeyê.

(AY)
Çavkanî: Rûdaw, Ajansa Welat

