Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soyluyî eşkere kiriye ku dê DAIŞiyên hatine girtî ber bi welatên wan ve werin şandin, Gerînendetîya Giştî ya Kargêrîya Penabera vê sibehê dest pê kiriye ku DAIŞIyan bişînin welatên wan.
Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî û Berdevkê Wezaretê Îsmaîl Çatakliyî eşkere kiriye ku ew DAIŞiyan dişînin welatên wan.
Çatakliyî gotiye, "Serê sibehê piştî ku karên li Gerînendetîya Giştî ya Kargêrîya Penaberan bi dawî bûye terorîstekî emerîkî, ji alîyê Gerînendetîya Giştî ya Kargêrîya Penaberan ve ji welat hatiye derxistin.”
Kesên li navêndên paşveşandinê ne dê ji welat werin derxistin
Çatakliyî daxuyaniya xwe wiha berdewam kiriye:
”Dîsa ji bo şervanekî terorîst ê alman pêvajoya şandinê hat meşandin. Kesekî danîmarkî jî piştî pêvajoya dadgehî hat destpêkirin dê ji welat were derxistin. Di dawîyê de dê îro sê terorîst ji welat werin derxistin. Her wiha ji bo heft terorîstên alman bername hatiye amadekirin û dê 14ê Çiriya Paşiyê ji welat werin derxistin.” (HA/GN/FD)
Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye
Fotograf: Lorenzo Tugnoli / Washington Post