Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) îro lîsteya azadiya çapemeniyê eşkere kir. Tirkiye , di rêza 157. de ye, par Tirkiye di rêza 155. de bû.
Di rapora îro hatî weşandin de, beşa di heqê Tirkiyeyê de ev e:
“Hikûmeta di bin serokatiya serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan de ye, li dijî medyaya mixalif dest bi girtin û tinekirinê kiribû, piştî hewildana derbekirinê ya di Tîrmeha 2016ê de, tevgerên bi vî rengî zêdetir bûn.
“Careka dî Tirkiye ji bo rojnamegerên profesyonel girtîgeha herî mezin e.
“Xebatkarên medyayê bêyî ku bêne dadkirin heta salekê di girtîgehan de têne hiştin.
“Serokkomar desthilatê her tiştî ye, desthilata hiqûqê her ku diçe dibe bîranîneka di nav mijê de. ”
Norwêc yekem e
Di heman lîsteyê de Rûsya di rêza 148. de ye. Norwêc li serê lîsteyê ye û pey wê Swêd, Holenda, Fînlandîya û Swîsra tên.
(ŞA/MB)