Fotograf: Marcel Crozet / ILO
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konfederasyona Sendîkayan a Navneteî (ITUC) Endeksa Mafên Cîhanî ya 9an aşkere kir. Li gorî vê endeksê, Tirkiye weke salên borî careke din ji bo mafên kedkar yek ji nebaştirîn welatan e.
Di endeksê de 148 welat hene ku Tirkiye di dana mafên karmendan de di nava nebaştirîn 10 welatan de ye. Tevlî Tirkiyeyê, Belarûs, Brezîlya, Kolombiya, Misir, Myanmar, Filipîn û Gûatemala di rêza 10an de ne.
ITUCê bal kişandiye li ser zêdebûna enflasyonê û rewşa ekonomiyê ya li cîhanê û bi gotina “mafên karkeran têk diçin” hişyarî daye.
Di raporê de hin xalên derketine pêş ev in:
Îsal notên El Salvador, Nîjer û Erebistana Sûidiyê ber bi başiyê ve çûne lê yên Ermenistan, Afganistan, Awistralya, Bûrkîna Faso, Gîne, Jamaîka, Lesoto, Hollanda, Tûnis û Ûrûgûayê nebaş bû ne.
Li 13 welatan sendîkavan hatine kuştin. Ji sed welatan li 41ê azadiya xweîfadekirin û civînê binpê kirine. Li 69 welatan karker ji ber sedemên kêfî hatine girtin û desteserkirin. Ji sedî 66ê welatan nehiştina karker edaletê bidest bixin an jî ew sînordar kirine.
113 welatan destûr nedane ku karker sendîkayan ava bikin an jî beşdarî sendîkayan bibin. Par ev hejmar 106 bû. Li Afganistan, Bûrkîna Faso, Myanmar, Sûriye û Tûnisê destûr nedane ku karker, di nûnertiya kargehan de cih bigirin.
Ji sedî 77ê welatan, nehiştine ku karker sendîkayan ava bikin an jî beşdarî sendîkayan bibin.
“Newekhevî di asta dîrokî de ye”
Di pêşkêşiya raporê de fikr û ramanên Sekreterê Giştî yê ITUCê, Sharan Burrowî heye ku wî rewşa li seranserê cîhanê rû dide bi gotina “krîzên piralî û rewşa derasayî” penase kiriye.
Burrowî destnîşan kiriye ku li cîhanê newekhevî di asteke dîrokî de ye û bal kişandiye ser rewşa lezgîn a îklîmê, pandemiya jiyan û çavkaniyên jiyanî ji holê rakiriye, şer û pevçûnên herêmî û cîhanî û gotiye: “Karker di van krîzan de di rêza herî pêş de ne.”
Burrowî gotiye, Endeksa Mafên Cîhanî ya 2022yê “nîşan dide ku bê ka hikûmet û kardêr çawa êrîşî mafên karkeran dikin û bêaramîtiyê îstîsmar dikin.”
Her weha diyar kiriye ku ji bo cîhan bikaribe vê ziyana çêbûye ji holê rake, divê peymaneke nû ya civakî weke nivîsîn û divê di vê peymanê de karan, heqdestan, mafan, parastina civakî, wekhevî û tevgir be. (HA/FD)