Tirkiye dê tezmînatê bide leşkerê ku bi îşkenceyê hatibû kuştin
![Tirkiye dê tezmînatê bide leşkerê ku bi îşkenceyê hatibû kuştin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/216/366/original/99bb.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tirkiye dê tezmînatê bide malbata leşkerekê hatî kuştin ê bi navê M.P. Ji beriya 14 salan li girtîgeheka leşkerî leşkerek hatibû kuştin.
Bi biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo malbata wî leşkerî 50 hezar Lîreyên Tirkan ceza dê bê dayin.
Xerdiyanê ku leşker hingavtibû û kuştibû diyar kiribû ku leşkerî bi xwe serê xwe li deran daye û xwe kuştiye.
Piştî pênc salan dadgehê lê kolaye ka dîmenên kamêreyên girtîgehê yên wê demê hene an na. Lê belê dîmenên wê demê nehatiye dîtin.
Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye ku lêkolîneka di astê pêwîst de nehatiye kirin. Dadgê eşkere kiriye ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin û qedexeya îşkenceyê hatiye paşguhkirin.
Leşkerên dî yên di girtîgehê de jî piştrast kirine ku xerdiyanan îşkence li wan jî kiriye.
(AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
![Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket](https://static.bianet.org/haber/2023/10/03/gazeteci-aysenur-arslan-ifadeye-goturuluyor.jpg)
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
![Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/275/original/44bb.jpg)
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
![Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/600/original/celalettin-can-tutuklama.jpg)
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
![DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/248/original/66bb.jpg)
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
![Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/274/869/original/hatay.jpeg)