Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li hemberî doza Ahmet Şik nûçegîhanê Rojnameya Cûmhûriyetê ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) paraznameya xwe şand ku Şik 348 roj in di çarçoveya doza Cûmhûriyetê de girtî ye.
Li gorî nûçeya ku di rojnameya Cûmhûriyetê de hatiye belavkirin, hikûmetê îdia kiriye ku Şik ne ji ber xebatên rojnamegeriyê hatiye girtin û dema girtîtiyê ya Şikî jî asayî nirxand.
Mînaka doza mafyayê ya li Îtalyayê dan
Hîkûmetê mînaka doza mafyayê ya li Îtalyayê ji bo vê nêrîna xwe xurt bike nîşan da. Li Îtalyayê 40 endamên koma mafyayê 2 sal û 8 mehan girtî mabûn û ji bo wê serî li DMMEyê dabûn. Lê DMMEyê ev dem asayî nirxandibû:
Hikûmetê di paraznameya xwe de diyar kiriye ku Ahmet Şik 30yê Kanûna Pêşiyê ya 2016yê bi îdiaya “propagandeya rêxistinên terorê yên weke PKK, DHKP/C û FETOyê” hatiye girtin û hin tweetên ku avêtiye, roportaja bi Cemlî Bayik û nûçeya TIRên MITê weke sedema girtina Şikî nîşan daye.
Hikûmetê diyar kiriye ku Şik ji bo dewletê û hêzên ewlekariyê yên fermî gotinên weke “kujer û mafya” bikar aniye û mafê azadî û ewlekariya şexs a Şikê nehatiye binpêkirin û girtina wî jî asayî ye. (EKN/FD)