Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nivîskara rojnameya Timesê ya Îngilîzîstanê, Hannah Lucinda Smithê li ser rola serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan û rewşa wî ya siyasî nivîsîye.
Smithê gotiye “medya di kontrola Erdoganî de ye lê digel wê jî ew di bin sîya reqîbên xwe de ye.”
Li gor wergera BBC Turkçeyê hin beşên nivîsa Smithê ev in:
“Gelek ecêb e ku kesekê wek Erdoganî popûlîst kampanyayeka bêaheng bi rê ve dibe.
“Welê xuya dikir ku li Diyarbekirê wî axiftina xwe ji bîr kir. Piştî axiftina wî ya sosret ya li Londonê qîmetê Lîreyan ket.
“Da ku ajovanên teksîyan keyfxweş bike wî Uber qedexe kir û niştecihên bajarî ji xwe dûr kirin.”
(PT/MB)