Fotograf: Ruken Tuncel / Antakya - bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ekîba Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Bajarî ya Hollandayê (USAR) piştî li Hatayê karên xwe qedand, vegeriyaye welatê xwe. USAR ji roja duyem a erdhejan, li Hatayê bû.
Li gorî nûçeya Yûsûf Ozkanî ya di BBC Tirkiyê de hatiye weşandin, Serhengê Hollandî Marco Gaeblerê li Tirkiyeyê serokatiya 91 tîmên navnetewî yên lêgerîn û rizgarkirinê dike gotiye, "Di destpêkê de ji ber hejmara miriyan gelekî zêde bû, ez neçar mam ku biryarên gelekî zehmet bidim."
Gaeblerî li balafirxaneyê bersiva pirsên rojnamegerî dayeû gotiye ku ji bo rizgarkirinê tîm ji çar saetan zêdetir kar dikirin, digel ku li wir kesên sax hebûn, wî ferman daye biçin ser xirbeyeke din.
Gaeberî diyar kiriye ku wî ji bo hejmareke zêdetir mirovan rizgar bikin, ev biryar dane lê wî ev biryar bi zehmetî dane:
"Ez ne Pilatus im ku derbarê mirin û jiyanê de biryaran dide, ez ew kes im ku dixwazim heta bikaribim kesan rizgar bikim."
"Hîna gelek kar hene"
Polîsa ji kûçikên lêgerîn û rizgarkirinê berpirsiyar Laura Postma yê jî ji bo wan tiştekî ecêb e ku ji herêma erdhejê hatin e: "Ez ê îşev biçim xwarina çînî bixwim. Jiyan tiştekî bi vî rengî ye."
Serokê USARê Job Kramerî jî gotiye ku hîna gelek kar hene ku divê li Tirkiyeyê bên kirin û ji ber gelek zindîwerên di bin kavilan de nehatine rizgarkirin vî tiştî bandor li ser derûniya wî kiriye. (RT/FD)