Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tîma Gençlerbirligi ya Enqereyê peymana ku bi futbolîstê kurd Rodîn Cem Depremî re îmze kiriye, îro betal kiriye.
Tîma Gençlerbirligiyê duh Peyman bi Depremê 24 salî re îmze kiriye.
Endamekî Kongreyê yê Gençlerbirligiyê yê ku nexwestiye navê xwe aşkere bike ji bianetê re got, “Tekane sedema betalkirina peymanê ew e ku Rodîn Cem Deprem kurd e û bere di Dalkurdê de lîstiye.”
“Dalkurd weke tîmeke terorîst be”
Endamê Kongreyê diyar kir ku tîma Gençlerbirligiyê paşê ferq kiriye Deprem kurd e û li ser vê rewşê dest bi lêkolînê kiriye û dema dîtine wî di Dalkurdê de lîstiye, peyman betal kiriye:
“Hesabê fermî yê Twitterê yê Gençlerbirligiyê tweetek avêt û got ‘Bi Rûbîn Cem Depremî re Peyman hatiye îmzekirin’ lê navê lîstikvanî şaş nivîsandibûn. Me got navê lîstîkvanî şaş e, ev tweet jê birin.
“Paşê fotografek weşandin ku derbarê îmzekirina peymanê de bû, di fotografî de rûyê Serokê Gençlerbirligiyê gelekî tirş bû. Hat îdiakirin ku Dalkura di lîga sêyem a Swêdê de dilîze, tîmeke terorîst e. Tîm paşê hinekî din lêkolînê dike û dibine ku Amedsporê beriya niha bi mehekê lîstikvan xwestiye lê li hev nekiriye. Dalkurd û bi ser de jî Amedspor hat, qiyamet rakirin û Peyman betal kirin.
“Piştî bertekan gotin ku ji ber şert û mercên ekonomik wan Peyman betal kiriye lê ev berovajîkirin e, ne hatibû ji bo ceribandinê, derket antremanê. Weke lîstikvan hatibû kirin lê dema pê hesiyan ku kurd e, ji ber bertekên alîgiran û yên din, Peyman betal kirin.”
Serokê Kulûbê: Me nexwest em siberoja wî reş bikin
Serokê Kulûba Gençlerbirligi Sporê Niyazî Akdaşî jî ji bianetê re got ku îdia ne rast in û wan û Rodîn Cem Deprem li hev kiriye û peyman betal kiriye: “Me weke santrafor pê re Peyman îmze kir paşê me got em siberoja wî reş nekin, me got bila heyf nebe.” (RT/FD)