Fotograf: Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tîma Futbolê ya Netewî ya Îranê jî pirşgirî daye xwenîşandanên piştî kuştina Jîna Mahsa Amînî destpê kirine.
“Polîsên exlaqparêz” ên Îranê, Amîniya 22 salî di 16ê Îlonê de kuştibû.
Iranian National Football(soccer) team wears all black to cover their country's colors in protest of the death of Mahsa Amini. pic.twitter.com/eicXK2pcJU
— Chris Walker (@WalkerATX) September 27, 2022
Endamên Tîma Futbolê ya Netewî ya Îranê, beriya Kûpaya Cîhanî ya FIFIyê, roja sêşemê (27ê Îlonê) bi Tîma Futbolê ya Netewî ya Senegalê re ji bo amadekirayê maçek kiriye. Endamên Tîma Îranê, çakêtên reş li ser formayên xwe yên sipî li xwe kirine û derketine maçê.
Li gorî şîrovekarên sporê yên Îranê ji nêz ve dişopînin, futbol di jiyana îraniyan de roleke girîng digire. Ji ber wê jî, protestoya ku endamên tîma futbolê ya Îranê kiriye, gelekî bibandor e.
Karîmî û Azmoun jî piştgirî dane
Yek ji futbolîstên herî bibandor Alî Karîmî, digel hemû rexneyên tund ên medyaya nêzîkî hikûmetê, wî piştgirî daye xwenîşandanan. Wî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî piştgiriya xwe diyar kiriye û ji bo xwenîşanderan bûye mîna lehengî.
Xwenîşandanan li derveyî stadyûmê him li dijî Komara Îslamî ya Îranî slogan berz kirine û him jî navên Alî Karîmî û Serdar Azmounî.
Sardar Azmounê ku di tîma Bayer Leverkusenê ya Lîga Yekem a Futbolê ya Almanyayê de dilîze, li ser hesabê xwe yê medyayê peyamek weşandiye û gotiye: "Xwelî li we be ku hûn jinên Îranê ewqas bi hêsanî dikujin. Bila jinên îranî bijîn. Ger ev ên van tiştan dikin misilman bin, bila Xwedê min bike kafîr.” (TY/FD)