Fotoğraf: Shadi Nsoor/ Ürdün/ AA
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rex Tillerson Wezîrê Karên Derve yê DYAyê 11yê Sibatê ji Qahîreya Misrê dest bi geşta xwe ya Rojhilata Navîn kir.
Tillerson li Qahîreyê li gel Samîh Şukrî Wezîrê Karên Derve yê Misrê kom bû û paşê her du wezîran civîneke hevbeş li dar xistin. Tillersen di serdana Misrê de ji Sûriyeyê bêhtir li ser Qudsê sekinî û got, “DYA li Rojhilata Navîn piştevaniya aştiya daimî ya Filistîn û Îsraîlê dike”.
Mike Pence Alîkarê Serokê DYAyê jî di çarçoveya geşta xwe ya Rojhilata Navîn de 20ê Kanûna Paşiyê çûbû Misrê.
Li Kûweytê: Ji ber pêşketinên çêdibin metirsiyên me hene
Tillerson ji Misrê derbasî Kûweytê bû û li vir got, metirsiyên DYAyê ji wan pêşketinên vê dawiyê hene ku li bakurê rojavayê Sûriyeyê çêdibin.
Li gel vî tiştî destnîşan kir ku ew metirsiyên ewlekariyê yên Tirkiyeyê “rewa” dibînin û ew “ji dil” di ferqa van diştan d ene”.
Tillersonî li Kûweytê di civînê de diyar kir ku li gorî biryara Washingtonê ‘li Sûriyeyê ji bo aramiya li herêmên hatine rizgarkirin terxan bikin’ wê 200 milyon dolarî bidin.
Di heman axavtinê de Tillersonî behsa operasyona li ser Efrînê kir û got “wê bandora têkoşîna bi DAIŞê re kêm bike”.
Li Urdinê: Divê em û Tirkiyeyê rêyekê bibînin
Tillersonî beriya ku were Tirkiyeyê serdana Urdinê kir û li vir li ser têkiliyên di navbera Tirkiye û DYAyê de axivî:
“Divê DYA rêya berdewamiya xebatê ya bi Tirkiyeyê re bibîne. Divê em ji bo kêmkirina gefên li ser Tirkiyeyê derbarê hevkariyê de biaxivin.”
Tillerson îro wê li Enqereyê be û çav li rê ye ku rewşa li Sûriyeyê û operasyona li ser Efrînê were rojevê.
Di mijara Minbicê de lihevkirin tune ye
Serdana Tillersonî di demeke wisa de çêdibe ku DYA û Tirkiye derbarê Minbicê de daxuyaniyên ji hev cuda didin.
Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tebaxa 2017yê Minbic ji DAIŞê stendibû û û kontrola vir ketibû destê HSDyê.
Li Minbicê qasî 2 hezar leşkerên DYAyê hene.
Mattisî jî got: “Em bala xwe bidin ser DAIŞê”
Di vê navberê de ajansa Reûtersê derbarê hevdîtina James Mattis Wezîrê Berevaniya DYAyê û Nûrettîn Canîklî Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê de hin agahî belav kirin ku li Bruksela Belçîkayê di dema civîna Wezîrên Berevaniyê yên NATOyê de hatibûn ba hev.
Li gorî nûçeya Ajansê, Mattisî ji Tirkiyeyê xwestiye ku bala xwe bidin ser têkoşîna li hemberî DAIŞê. (PT/FD)